El Eman Sed El Eman Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kürtçe Kaside Sözleri
El-eman sed el-eman ey mürşide sahibkemal
Hevidar im tu bikî carek li min purs û sual

Nefs û Şeytan we li min zede dikin cewr û cefa
Hatime dergahe te ser wan didim ez erzûhal

Erzûhala min qebûl kî tu eger ey destegîr
Ez nema pakî bikim edî ji sed Cemşîd û Zal

Wertu negrî deste min de ez li ber pela kevim
Nagirim qeff û qirare ta biçim gera delal

Ez ricakar im bikî havale min yek himmete
Le nenas û purxerîb im ketme ve re beheval

Herkese havale wî bit himmeta we murşidan
De biçit ew kes bi konaxa xwe zû pak û delal

Ew kese negrit havale j ’himmeta xweyhimmetan
Nagihetin meqsede ger çi biçit ew çendî sal

Herkese hûn le ‘inayet kin bila mizgîn li wî
Pur xenî û malîdar e ger nebit tu mülk ü mal

Mulketa dünya deni hemmî temamı serteser
Naheje zerrek inayet le li nik ehle kemal

Seyid ‘Elî nebje dizanim çendî lefze xwendine
Şubhe emsalan ku meşxûl in bi ilme qîl û qal

Faîda ‘ilme ‘emel kime eger ne çend pere
Dara befekî û sih fayda we hîç e ey delal

Ger tu vê faydê dixwazî lêbelê safi zelal
Nakevit destê te da ew qet ji xeyrî ehlê hal

Şîreta min her ev e ger tu bi min şöwre dikî
Şiretek dêwbaviyî ye guh ke, nebe tu kerr û lal

Destê xwe bavêje dawa murşidek kamil bi lez
Tu bizane hek ev e her çi diye pûç û betal

Ê ku bêjî ez bi xwe bighim Xudê bê murşidî
Ev xiyala wî mehal e pur mehal e pur mehal

Tecribe bûye ji mêj ve sabit e çawa me got
Tu bike bawer bibe teslîm nebe j’ehlê cîdal

Ey ‘Elî tu xweş dibêjî lêbelê napêjî tu
Gotina xalî ji kimê hîç e wek xewn û xeyal

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt