Geli Dost u Bıra ka Bıbne Hışyar Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gelî dost û bira ka bibne hişyar
Çi qewmiye di vî weqt û zemanî
Gelek dünya bûye meişûq û şîrîn
Dineri herkesi des le weranî

Li Binxette terektor û telîs in
Li Serxette mih û berx û şivanî
Ji ber hükme terektora revîn xelq
Tu nabînî di gunda da duxanî

Li ser koza pezî şerr û qiren e
Ji vir hetta biçî zozane banî
Hine bejin li vir hin na wellah l’vir
Eme kelka di mabeyna xwe danî

Dixun sûnde ji hev ra ew b’telaqa
Eme mal û rihe xwe l’ser ve danî
Didin bertilxwera malî bi zehfî
Bi des hev va qe naçin nîve nanî

Ji ‘işqa berxika bav belkî bapîr
Dikî j ’ber zarûka va berxivanî
Melakî wesfe cennet da di we‘ze
Ku dar in çîmen in rûbar û kanî

Yekî koçer digo j’xera Xude ra
Biba koza peze min ew vî danî
Qe ter nabin ji dünya ehle dünya
Eger j’wan ra biherkî şubhe kanî

Heyin pûş e temahî şubhe agir
Tu îşe pûş û agir taze zanî
Çika püş zehf bibit ew rengé agir
Dibit gurgé§ di név da dimdimaní

Dizanin em ku be dunyayé nabé
Belé b’resma j’me ra ku §er‘é dani
Ne ev rengé ku ew pé mubtela ne
Qiku dür e ji resma muslumani

Ne xatir maye cem wa qet ne mehder
Bila mehder?i bi Weysulqerani
Li nik şeyxa pifé sulha dikin ew
Feqet xweysoz ü bext nav wan da kani

Ji desté wan me gelki dite rehti
Bila heq bé sebeb Rebbi tu zaní
Ji kes ra dunya nabé mulké baqi
Hün nabéjin gelo bavé me kani

Sed û bîst çar hezar te da nebî çûn
‘Elo bello dixwazin je emanî
Ne heyf e j’des we çû axret bi carek
Ji ber hubba eve dünya a fanî

‘Elî tu b’xwe ji dil j’benda Xuda be
Guhe xwe qet nede ehle zemanî

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir