Heware Hey Heware Kürtçe Kaside Sözleri

Hewar e hey hewar e hey hewar e
Nezanê ehlê weqt em kime sare
Ji destê wan nizanin em çewa kin
Xeber naçin guhê wa wek dîwar e

Nizanin ew nizanin ku nezanin
Kî karê wa j ’riya wan bînî xare
Dinêrî sofíyé şöst salí rihspî
Eger şîretkî lêkî ew neyar e

Dibînî bêhn bi bêhn îş tê xirabtir
Heçî sal e dibêjî xwezka par e
Bira nabê j ’bira ra dostê safî
Kure j’bavê xwe ra wek guryê har e

Nezan bûne mezin zane kiçik bûn
Ji vî derdê he ra qet nîn e çare
Mirovê zane jê re nîn e lezzet
Nezanê bê eqil jê ra bihar e

Di zahir de hinek nerm wek hevîr in
Bi jehra xwe di batin1 eynî mar e
E’vê dibêjim ‘Elî da tu nexapî
Ji çûnê ra bike j ’dil kar û bare

Xuda bigre hira-wêra neberde
Netirse ceddê te Xweyzulfeqare
‘Elî hîvî j’Elî ke her dem û gav
Bese j’bo te li Duldul her siwar e

Önceki İçerikPeygamberimize Salavat Getirmenin Faydaları
Sonraki İçerikKabristandan Geçer İdim

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here