Xemrevinek Mın Hebu Kürtçe Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xemrevînek min hebû pur nazik û zîbaxîsal
Ez ji wê dûr bûm bi telbîsa reqîbê dînbetal
Ez pijandim firqeta wê nazika şîrînkelam
Bêkes im nabit li min qet pursiyar û hem suai

Ez birîndar û xerîb im bêdewa û bêtebîb im
Kuştiyö cewra reqîb im hêviya min Zulcelal
Her dema têtê xiyalim suhbet û bezma wîsal im
Pur dinalim pur dikalim firqetê kir me hîlal

Wek ‘Elî zanit kesî camek ji hicranê vexwar
Sa’etek devra fîraqê purtir e j’sala wîsal
Ey gelo dîsa dibîtin ez bibînim dilberê
Da bi desta dim li ser weqtê fîraqê erzûhal

Herkesê mizgîniya weslê ji bo min bînitin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di şûna milk û mal

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir