Eli Raze Jı We Tebe Kürtçe İlahi Sözleri

Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Eli raze ji ve te’be
Bes e j’ve lehw u ve le’be
Bike safi tu her qelbe
Xudadar i çi xemdar i

Bes e j’bo te Xudaye te
Bi şün bavu biraye te
Direj e maceraye te
Xudadar i çi xemdar i

Ji bo wi ger bibi safi
Ji bo te ew dibit kafi
Ji xeyre wi bizan mafi
Xudadar i çi xemdar

Di vi weqti xweşi nin e
Hemi bebexti u kin e
Tu ji wek min bicerbine
Xudadar i çi xemdar

Me cerbandin ji xelqe pur
Heta dost û bira û kur
Heçî gotî hemî bûn vir
Xudadar î çi xemdar î

Eger ewwel ji te hes kin
Xudadar î çi xemdar î
Ewe paşehiye bes kin
B’vir û bebextî te kes kin

‘Elî ‘umre te bû pencî
L‘hisaba te tu he gene î
Ji lewra he tu besenc î
Xudadar î çi xemdar î

Bi lez tu qesda Şeyda ke
Bi tewbe seneeki rake
Di we da qelbe ava ke
Xudadar î çi xemdar î

Xwezî wî qesda Şeyda ke
Dile xwe j’ve dine rake
Ji bo re zadî peydake
Xudadar î çi xemdar î

Ji bo re zadî teqwa ye
Ne nan û şekir û çay e
Li nik ehlullah peyda ye
Xudadar î çi xemdar î

Bizan be Şeyda qet nabî
Ji ber xwe keskî çenabî
Bila sed carî xwenda bî
Xudadar î çi xemdar î

Gelek be Şeyda çûn re da
‘ Icac û ber û ba le da
Ketin j’re man di çole da
Xudadar î çi xemdar î

Di dest Şeyda bibe teslîm
Ji wî taze bigir te’lîm
Ji kes edî neke texmîm
Xudadar î çi xemdar î

‘Elî j ’bo te bibit ev ders
Nexapî b’lefz û şekle kes
Xuda bigre tene tu bes
Xudadar î çi xemdar î

Qewî be j’kes neke fikre
J’Xuda ra her bike zikre
Lixaba tev ewe bigre
Xudadar î çi xemdar î

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir