Wefadari Nema Ye Ey Bırader Kürtçe Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wefadarî nemaye ey birader
Bi cem ke va biçit ew wî dikit der
Xedir cih girtiye şûna emînî
Ji bo te ez çi bejim te dibînî

Gelek kem in gelek kem in wefadar
Ji me bawer dikit ye dîtî bazar
Bira hişyar bibe taze binere
De tu b’zanî kî merkok e kî mer e

Ne heçyê ku bi dev xweş kir zelam e
Zelamî tiştek e derman dewam e
Belê hetta ti karî b’ke îdare
Nema gelkî ‘umur ha-ha êvar e

Me cerbandin gelek ehlê zemanî
Ne wek xwe derketin bûne beranî
Hira-wêra nebûn cem xwe temam bûn
Hinek sofî hinek şeyx hin îmam bûn

Dizî j’kelha dibit ev hatye gotin
Şete l’dema dinêrî vêle wê bin
Welê baş e ku dostê mû Xuda bit
Ew e kafî tu tişt bê wî qe nabit

Belê hin jî hene dostê Xudayî
Bila j’wan ra miro b’kit canfîdayî
Nîşanö wa hene cem îmtîhanê
Heçî ‘aqilbitin ew wan dizanê

Heçî dost bit heq e dostek dufust bit
Ne wek te û min j’dizî va dostê sist bit
E‘jî j’wan im ne ez dostek wefî me
Hemî kes min dizanê ez ‘Elî me

Sipî ne bêhnekî em bêhnkî qîr in
Wekî kuç bêhnkî, bêhnkî wek hevîr in
Ji bo te ey birader ez çi bêjim
Ne lazim ez kula dil j ’dil birêjim

Hema hindek dibit nişane gelkî
Dişevvtit fêrisek gunda bi pelkî
Li axret herkesê bighête ya xwe ‘
Ne xwezya wî bibit poşman li ya xwe

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt