Şivan Perwer Me Çı Kır Sözleri

Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

şivan perwer me çi kir Şarkısı kürtçe Sözleri
Awaz peyman û soze
Çep û çîz û bahoze
Nevîçirka Cegerxwîn
Bûka çiyayê pîroze

Huner çep û çepele
Şev û roj here were
Karê me Kurda eve
Xebat û kêyf û şere

Şivano lêxe lêxe
Derdê dilan derê xe
Keç û kûr evîndarin
Govendê xwe jî lêxe

Gaziya te ji dil tê
Ji kovanên di kûl tê
Beko meko dê çikin
Piştî reşê rewşen tê

Rê dûre delîv tenge
Huner evîn û cenge
Şivano bêje bêje
Êvare li me derenge
(cegerxwîn)

Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî li serê xwe kir.
Ma ne şerm û fedî ye.
Ev doza me jî bo çi ye?

Çend gotina ez ê bêjim, ez ne dîn im ne gêj im.
Hêşê min li serê min e, her tişt ber çavê min e.

Ger hûn dibên serxwebûn, nebin dijminê yek bûn.
Şer bikin hember romî, lê pişta xwe nedin şamê.

Dibêjin şam şekire, lê Welatêm şîrin tir e.
Dibêjin şam şekire, Kurdistan şîrin tir e.

Ger pêşt bidin Tehranê, bombe tên weke baranê.
Ger pêşt bidin Tehranê, bombe tên weke baranê.

Ger pêşt bidin Bexdayê, tev ax çi şerm e lê dayê.
Ger pêşt bidin Bexdayê, ax çi şerm e lê dayê.

Lê meclîsa Enqerê, dîsa nebin kolên berê.
Lê baytextê Enqerê, dîsa nebin wek kolên berê.

Gel avrûpa bûn mêvan, nebin pepûk û perîşan.
Gel avrûpa bûn mêvan, nebin reben û perîşan.

Ger xort bibê doza we, vê pirr bin hevalên ve.
Ger bihêz bibê karê we, gel dibin hevalên ve.

Pişt nedin dijminên xwe, bawer bikin gelên xwe.
Pişt nedin dijminên xwe, bawer bikin gelên xwe.

Ger wa biçin ev karan, em xelas nabin tu caran.
Ger wa biçin ev karan, em xelas nabin tu caran.

Nerevin jî barê giran, bawer bikin Kurdistan.
Nerevin jî barê giran, bawer bikin Kurdistan.

Bê organîze û rêxistin, tu car em xelas nabin.
Bê partî û rêxistin, dijmin jî me natirsin.

Pirr giran e barê we, lê zor pîroz e doza we.
Pirr giran e barê we, pîroz dikin doza we.

Kesên serok û sekreter, pêşî ew dibin rêncber.
Lê kesên serok û rêber, pêşî ew dibin rêncber.

Lo de çêkin de çêkin, vê dozê xweş bi rê kin.
Vê xwelî li ser xwe rakin, da em welat ava kin.


Şivan Perwer me çı kır Şarkısı Türkçe Sözleri
Not: Şarkının Türkçe çevirisi henüz eklenmedi. Şarkı çevirisinde katkıda bulunmak isterseniz aşağıda yer alan yorum kısmını kullanabilirsiniz.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt - Aviator oyna