Eli Pal De Were Raye Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

‘ELÎ PAL DE WERE RAYÊ
‘Elî pal de were rayé
Bişo xwe j’ehlê dunyayê
Gelo ma qet de bîr nayê
Nedît te j’wan ji xeyr sarî

Eger zahir de ew dost in
Di batin de tenê post in
Hemi yek kâş û yek bost in
Ji wan dûr be bi hişyarî

Xuda bigre temam berde
Bila l’ber te nebin perde
Nebêj ev qenc e ev merd e
Heye tavîk ji dijwarî

Bi wê tavyê neçe rê da
Tu hişyar be ji vir pê da
De tu nemnî di heryê da
Te hew dî j ’nişka ve barî

Hezar heyf e ku dostanî
Ne safî bê j ’dil û canî
Biye b’hîle û du‘ezmanî
Me cerbandiye sed carî

Me cerbandin gelek j’dostan
Ne şagirtî bele j’hostan
Bi reng bûn wek gule bostan
Xezam weşhan bi havvarî

Dive dost lev bikin sebre
Şerîk bin xweşî û qehre
Heta ku ew biçin qebre
Eger ne hîç e ew yarî

Bele xase Xude mane
Wefadar in ne wek va ne
Bizan Şeyda yekî j’wan e
Tu bawer nakî her darî

Bele b’şerte tu çeknas bî
Ji bore kine derbas bî
J‘Xudaye xo ra merxas bî
Nedî des nefse hefsarî

Heçî hefsar bide nefse
Muheqqeq ev kese b’tehse
Ewe paşî biçe hebse
Bele hebsa reş û tarî

Nebe teslîm ji nefse ra
Xwe bişdîne wekî mera
Bike şerr û qiren pe ra
Şev û roje heta karî

Heçî mehsûbe Şeyda bî
Dikim hevî ku dilşa bî
Qiyamet ku li me rabî
Xilas bit ew bi yek carî

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt