Ey Dıle Meskene Derda Kaside Sözleri

Ey dile meskene derda ma tu zanî ku çi bî
Ew Se‘îde canfîda j’dine me ra j’kîsî me bî
Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dîne mubîn
Me çiqa pursî û seh kir ve deme kes dî nebî

Çepera dîn girtibû pakî ji keskî nedikir
Heq dizanî heq digot û heq dikir herdem we bî
Ew dikana ku wî danî ew meta‘e difırot
Ew li Şam û Misr û Bexdaye nihû peyda nebî

Çû wefat kir çi musibet sedhezar rehmet li ser
J‘ehlê vî dîné mubîn ra çi numûnek taze bî
Sêsed û heftê-v nehê piştî hezarê hicretê
Dergehê baxê bihişta kereme l’ber wî vebî

Ew li Nûrsê hate dunya wî li Urfayê wefat kir
Ew Şehîr bû ew Bedî‘bû ez çi bêm serdeste bî
Ey Se‘îdê herdu dunya dîtina te bû keder
Em j’Xudayê xwe dixwazin Paxretê em l’cem te bî

Ey ‘Elî ger çi Se‘îd çû lê Rîsalê Nûr neçûn
Sed emanet min li te da tu ji wan mehrûm nebî

Önceki İçerikAhrariyye Anlamı Nedir
Sonraki İçerikistinca nedir nasıl yapılır

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here