Meded Seyda Meded Seyda Kaside Sözleri

Meded Seyda meded Seyda
Mi etrafê dinê tek da
Yekî wek te nebû peyda
Meded Seyda meded Seyda

Meded Seyda ezê dîn im
Ji hicra te cegerxwîn im
Ji min dûrî te nabînim
Meded Seyda meded Seyda

Ji hicra bejn û balayé
Wekî Mecnûne Leylayê
Dikim nakim tu nay rayé
Meded Seyda meded Seyda

Ez im Mecnûnê bê Leyla
Ketim ber pêl û ber seyla
Dikim hawar û waweyla
Meded Seyda meded Seyda

Firaqa te ezê kuştim
We bêruh ez li cih hiştim
Ji zewq û lezzetê şiştim
Meded Seyda meded Seyda

Ezabê narê hicranê
Eger bête wesifdanê
Kese dıtı tene zane
Meded Seyda meded Seyda

Heta kengî ezê ha bim
Ji vê perdê cida nabim
Bi dîdara te şanabim
Meded Seyda meded Seyda

Bi qurban perdeyê rake
Ji hicranê me aza ke
Bi dîdarê me dilşa ke
Meded Seyda meded Seyda

Tu Loqmanê evî weqtî
Tu sultanê li ser text î
Bi dostan re tu xweybext î
Meded Seyda meded Seyda

Xwezî me b’wî tu dostê wî
Bikî destê xwe destê wî
Bihêjmêrî durustê wî
Meded Seyda meded Seyda

Tu wî fında şeva tarî
Cizîrê da qumandar î
Xelîfê Şahâ Zîbarî
Meded Seyda meded Seyda

Cizîr her tu bi şahî bî
Li der hifza îlahî bî
Ji her new‘î fîrahî bî
Meded Seyda meded Seyda

Yekî paytextê îrşadê
Ku îro mayî ser cadê
Wekî te kes nîşan nadê
Meded Seyda meded Seyda

Çi şîrîn û şekerxwend î
Wekî Şahâ Semerqend î
Welî 6ehdê Neqişbendî
Meded Seyda meded Seyda

Di babê feyd û îhsanê
‘Elemdar î li meydanê
Kesê zanê tenê zanê
Meded Seyda meded Seyda

Gelek têhn im di vê rê da
Tenê mame di çolê da
Me bîr bîne ji vir pê da
Meded Seyda meded Seyda

Birêj feydê bi şehkasâ
Li vî qelbê qewî asê
De belkî bête derbasê
Meded Seyda meded Seyda

Heçî Şeyda nezer le kî
Dikim hevî Xuda çekî
Digel îmane wî re kî
Meded Şeyda meded Şeyda

Kese bixwaze ne winda bî
Dile wî her deme şabî
Bila teslîme Şeyda bî
Meded Şeyda meded Şeyda

Bi hîle naçitin serî
Kese taze xwe nesperî
Yeqîn naçîte ber derî
Meded Şeyda meded Şeyda

‘Elî bes ke ji ve şîne
Wekî Ferhade Şîrîne
Sebir ke wek Meme
Zîne Meded Şeyda meded Şeyda

Bele lazim tu her ha he
Çiqa rûne çiqa rabe
Bibejî her tu seyda be
Meded Seyda meded Seyda

Önceki İçerikEvliyamın Efdali Sıddik-ı Ekber Ba’dehu
Sonraki İçerikNecasetten Temizleme Suları

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here