Tewbe Bıkın Gelkı Bıran Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tewbe bikin gelkî biran
Ji guneh û zenben giran
Qet guh nedin mülk û peran
Hem lezzet û male dine

Lezzet ew e hubba Xude
Her kî ku bigre bemede
Ew de bighete meqsede
Gâva biçîtin we dine

Ve şîrete l’guhe xwe kin
Xwe j’ahrete mehrûm nekin
Zade reya xwe peyda kin
Da hûn neben weyla l’mine

Teqwa ye zade re bizan
Ne beqlewat û nan û man
Peyda ye ew nik murşidan
Baş guh bidin ve gotine

Fayda we nadit mülk û mal
Bigrin terîqa Zilcelal
Te da telef kin can û mal
Hîç e temam keyfa dine

Keyfa dine be feyde ye
Wek xewnekî beyhûde ye
Qebra reş e mala me ye
Çawa dine hûn guh dine

We qebre rohnî kin niha
Xafil nebin b’berx û miha
Rekin li we tişta biha
Berya we qasî hûn çine

Heyf e evî ‘umre delal
Hûn serf dikin l’dunya betal
Haxta biçin qebre heval
We heybet û bizdandine

Herçend bidin mal û me‘aş
‘Umre ku çû nayete paş
Da hûn nedin edî belaş
Xwe kar bikin j’bo mirine

Beşek bizanin pey me te
Nadit ji bo me mühlete
Çenda biqasî sa‘ete
Bigrin Xudaye xwe b’tene

Dunyaye bavejin temam
Zikre bikin daîm mudam
Da hûn biçin Darus-selam
Ew der ku salih de çine

Dunya çiqa l’destê we bê
Qelbê we lê aşiq nebê
Mizgîniya xeyrê l’we bê
Xem nakitin j’vê heyinê

Dunya mudir ew dunye ye
Qelbê bibê baskê xwe ye
Axret bibê j’bîra we ye
J‘işqa kur û mal û jinê

Ta kengi te beji Eli
Tu d’gotinê wek bilbil î
Fayde çi ye tu ne j’dilî
Te l’gotinê ne l’kirinê

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt - Aviator oyna