Hewale Rast Dıxwazın Em Kürtçe ilahi Sözleri

Hevale rast dixwazin em
Di îro ew heval kanî
Di her iqlîm û her cayî
Gerav bûye musulmanî

Ne muhbet ma ne suhbet ma
Ne gundîtî ne cîranî
Heta nav hin mela û şeyxa
Bûye herbek ne rehmanî

Ji wan herkes dibînit xwe
Li ser heqye b’hisabe xwe
Ji sûe zen hevale xwe
Dibînit hizba şeytanî

Bi wan bû sulh di nav xelqe
Bi wan bû we‘z û re zanî
Wekî ew b’xwe bikin bende
Tu îşe cahila zanî

Eme çi b’kin bi ku va çin
Li me roj bûne wek şeva
Eme peyda bikin l’ku de
Ji bo vî derdî dermanî

‘Elî nave wiha çebe
Reben çi bkî tu pe nabe
Dikit hevî ji rehma
Reb Bixî nav wan da şîranî

Bira qencî bûye qehtî
Xirabî bûye erzanî
Kula herkes bûye ewqas
J‘xwe ra peyda bikî nanî

Helal e yan heram e ye
Bikî pirse gelek kem in
Hema tirs te nebit heskî
Bila bit male Geylanî

Li ser ‘erde li bin ‘erde
Ji min seh kin eve ferde
Eger îqbal hebit ew de

Önceki İçerikNamaz İle İlgili Kıssa
Sonraki İçerikGelince Münker ve Nekîr melekler

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here