Geli Brana Haware Sed Haware Kürtçe İlahi Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gelî brana hawar e sed hawar e
Serî j’me stand eve dünya betal e
Teemmül kin di keyf û lezzeta we
Bi tehqîqe wekî xewn û xeyal e

Gelek dîn e gelek dîn e gelek dîn
Kese je re bibit dost û heval e
Binerin wan mulûke b’tace zerîn
Ku dünya 1’ deste wan da bibû tale

Ji rutba xwe ketin ew bûn perişan
Qebir nişka ji wan ra bûye male
Esîr bûne di qebra teng û tarî
Xwezî we b’zaniya ka wan çi hal e

Eger ku b’karina de wan bigota
Biqerrin ey bira dünya çi çal e
Ne wek rûvî bi hîle derkevin je
Hine bimnin wekî hirça sûtale

Li nik ehle Xude pîrek petot e
Li nik beaqilan şeng û şepal e
Gelek xirran bi we ew jî mirin çûn
Ku carek dî vegerrin le muhal e

Li dünya mana me j’bo îmtihan e
Di hedde zate xwe ew be kemal e
Nekin gazind j’Elî ku qirqire kit
Birîndar e j’kezeb nebjin nenale

Li milkî kuştin û l’yekî şelandin
Li milkî fehşekî sankî helal e
Nekin gerrav evî dîne mübarek
Ji serkehni çiqa dînek zelal e

Me hevî j ’we bikin hûn xidmeta dîn
Bikin qurban ji wî ra can û mal e
Ji dünya ra bişuxlin qasî hûn te
Dimînit çendekî paşî zewal e

Di dunyaye da bin her wek xerîban
Çikû îro-siba je îrtîhal e
Li dünya ra hebin wek şexse rewî
Li çelte wî da nanek l’des kupale

De ku hûn l’axrete de serfiraz bin
Ji we radîbitin l’we Zulcelale
Çiqa dünya hebe l’deste we da bit
Zerer nakit ku dil nebte heval e

Kese dunyaye serf kit d’axrete de
Li cem Xaliq li cem ‘ebda delal e

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir