Dema İş Temam Bu Zewala We Te Kürtçe İlahi Sözleri

Dema îş temam bû zewala we te
Wiha hatye dîtin li gor ‘adete
Nebe şa bi îşek ku bû ew kemal
Çikû l’cem kemale ye dora zewal

Ku “ekmeltû ”rekir Xudaye
Mecîd1 Di nava sehaban bû şahî û ‘îd
Di nav wan tene her Ebû Bekr girî
Dizanî ewî dîn çi hate serî

Wefat kir Hebîbê Xuda wê demê
Ebû Bekrî girya sebeb wê xemê
Selatê Xuda ser Hebîbê wî bê
Rida a Xuda ser Ebî Bekrî bê

We hem bê ser al û sehabê dî jî
Bi hinge semawat û erdan tijî
Bide xatirê wan ‘Elî Findikî
Bi gelkî qebûl ke ji wî hindik-î

Bibî cennete wî bi fedl û kerem
Nede wî b’cehennem tu eş û elem
Çi tişta tu kî her li meydan ew e
Hinek dî hene ku bibejin ne we

Hezar hemd j ’te ra ku musilman im ez
Li kes nadim ez ne pehîn ne gez
Feqîrek veşartî di qunca xwe me
Di îro siba l’hevya mima xwe me

Önceki İçerikEzanı Duyuyormusun
Sonraki İçerikÖlüm Vardır Gafil Olma Dini Şiir

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here