Ey Eli Rabe Derenge Kürtçe İlahi Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ey ‘Elî rabe dereng e he li dersa ebced î
‘Umre te haha xilas bî te tu fayde je nedî
Weqt dibûrin tu dimînî zen dikî her we we bî
Te biçî û weqte betin tu nehadir hew te dî

Ka te‘emmul bike carek were ser ce‘de bimeş
Ez tera ketme belaye tu sil î nabî kedî
Tu bi ve dünyaya fanî nebe mexrûr û bizan
Te bibî poşman yeqînî ku tu dev je bemedî

Tu j ’dile safı bike tewbe mebej îro siba
Ku kete I’deste te da bigre bil ez da bemedî
Ev çi yazox û çi heyf e bi va çend roje dine
Tu ji deste xwe bikî lezzet û keyfa ebedî

Dor e her kî te dine çendekî dimnî û diçe
Hin neçin te da bimînin ne me seh kir ne me dî
Piştî çûne de biçin heşr û hisabe cümle xelq
Ne b’xwezî wî ku di we roje bibe şerm û fedî

Ez dikim gazî T dere te ya Kerîm û ya Rehîm
Xeyre te kî dî heye tiştek bidî ger tu nedî
Sedhezar hemd ji te ra ku min bi te îman heye
Hem hebîbe te Muhemmed ku T dine zate te dî

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir