Me Dızanibu Jı işo Dılo Kürtçe Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Me d’zanibû j’işqa dila
Ku yek dibûn şeyx û mela
Niho li hev dibin bela
Wek beglera şeyx û mela

Heryek divetin xwe tine
Havale wî wek titine
Tehl û zirav be didine
Bejin ewe şeyx û mela

Eger wiha devam bikit
Tirsek mezin we je kevit
Me ra Rebbî Xuda nekit
J‘dîn ra dibit derd û bela

Tiştek we dî j’cih derketî
Bibne guhe hev b’şîretî
Ne b’nikil û ‘edaweti
Çi nik şeyxa çi nik mela

L’dîn da nebit herkes xwebîn
Cem wî we bit kes dî tunîn
Ev ‘eybek e l’dînê mubîn
Ne laiqê şeyx û mela

Derbûmesel meşhûr heye
Xweş ketiye l’cihê xwe ye
Ku ha bikin şeyxö me ye
Rehmetullah l’me cahila

Şeyx û mela ku ha bibin
Cem hev sik û ‘eybdar bibin
Cahil dê bê hefsar bibin
Guneh stuwê şeyx û mela

Hûn in şivanâ ummetê
Ku hûn bi xwe xwehr kin xetê
Cahil dê çêkin hêcetê
J‘pey we bibin tert û bela

Qelba bi hev şîrîn bikin
Bendê bi Şeytân ra bikin
Dîné mubîn keskîn bikin
Ev e heqê şeyx û mela

Tev da bibin j’ev ra mu‘în
Rakin ji nav xwe buxd û kîn
J‘erdê hilînin barê din Geş
bin bi hev ra wek gula

Tev da bibin j’hev ra heval
J’ev ra bikin qelba zelal
Rakin ji nav xwe qîl û qal
Sofî feqe çeyx û mêla

Dîné me yek dîn e temâm
Ezb’xwe bibim jê ra xulam
E ku ji dîn ra bit zelam
Heskî bila bit j’Kerbela

Em hêvî û zarî dikin
Ji sofiya ‘eksê nekin
Wek sofiyê safî bikin
Ew xidmeta çeyx û mêla

Rêza çerî‘ete biçin
Resma terîqetê biçin
Bendê nekin ferqê nekin
Di mabeyna çeyx û mêla

Sofîtî ne b’şaş û rih e
L’hedde xwe da tiştek b’cih e
Ew sofî beşek ebleh e
Ku guh nede şeyx û mela

Sofî divetin hûr û kûr
Şeyx ra nebe eyb û qusûr
Ser ya xwe be nezîk û dûr
Razî bin je şeyx û mela

Lâkin ewe be buxd û kîn
J‘dîn ra emekdar û emîn
Saxbin bi wa derd û birîn
Qisme wiha şeyx û mela

L‘guhe xwe kin ve şîrete
B’cahe hebîbe ümmete
Hun sar nekin terîqete
Resma zelal bûye xela

Her çi terîqa Neqşî ye
Wirde we zikre qelbî ye
Herb û şere we b’dizî ye
Ha gotine şeyx û mela

Qelbe xwe baş safî bikin
Zikre xefî tâ de bikin
Xwej’herkesi winda bikin
Ger we dive ya bebela

Her kî bikit î’laniye
Da xelq bizanin ew kî ye
Beşubhe ew noqsanî ye
Pirse bikin j’şeyx û mela

Govend û reqs û heyhey e
Ger çi l’terîqa da heye
Nik Neqşiya ew sexte ye
Da hûn nebin pe mubtela

Lâkin ku şewq xalib bitin
Ruh xalibe qalib bitin
Behemdî wî cih rakitin
Fetwa didin şeyx û mela

Nebî nebî hûn ey bira
Reqse bikin j’keyfa xwe ra
Bejin heye ev macera
Der mekteba şeyx û mela

Cahil dive teslim bibin
L‘tewbe da musteqim bibin
Herkes j i wî selîm bibin
Feyde bikin j’şeyx û mela

Feqe divetin j’bo xude
Di ‘ilme xwe da cehde bide
Da ew bighete meqsede
Dûr bi ji resma cahila

Her kî melaye ku we be
‘Ilm û ‘emel teqwa hebe
Kibr û hesed cem wî nebe
Pîroz bî le rutba mela

Şeyx laiq e.j’wan zede bî
D‘ilm û emel serdeste bî
L‘dîne me da peşya me bî
Qurban bibim şeyx û mela

Ez qehirim lew ev mi got
Ve tehliye qelbe me sot
Tev da hemî bûne sukot
Ser ve yeke şeyx û mela

Kes nîne sulha wan bikê
Paqij bikê wa j’vê rikê
Ev rebenê ji Findikê
Nakin bi yê şeyx û mêla

Lakin hene j’vî ‘eskerî
Ser sunneta peyxemberî
Evî dînî bibin serî
Şul‘e bidin wek meş‘ela

Minnet ji kes hilnagirin
Daîm j ’Xuda ra hadir in
Safî ji wî ra ew hur in
Gerçi bibit “hewlul-wela”

Ya Reb l’derê te el-eman
Tu me b’gerî j ’hizba evan
Winda nekî d’fitna zeman
Mew dostê mew şeyx û mela

‘Ezmandirêj î tu ‘Elî
J’her tişte tu diştexilî
Heqê te ye j’bê eqilî
Mû l’te bidîtin çend zela

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt