Selaman Dıxwazım Dewamen Mudam Kürtçe Kaside Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Selaman dixwazim dewamen mudam
Ji ser we ji Rebbe Kerîme Selam
Du‘ayan dixwazim di xeyb û hudûr
Ji bo we ji Rebbe Kerimî Xefûr

Dixwazim du‘a her demadem
ji we Dikim daîma pursa hale hewe
Di pişre ricaya du‘a em dikî
Dibejit ji bo we ‘Elî Findikî

Eger hûn dipursin li ehwale me
Li tengî û fırahî we keyfa di me
Hezar hemd ji bo Xaliqe layenam
Ku em rahet in keyfxweş in bit-temam

Dixwazin ji bo we wisa rahete
Ku hûn qet nebinin tu ca zehmete
Li dünya û ‘uqba bi keyf û sefa
Xuda we xweyî kit nedit we cefa

Eger hûn dipursin exî min di dîn
‘Ezîze hewe l’vir Muhemmed Emîn
Bi fedla Xude qet tunîn in tu xem
Ji xeyrî firaqa we ey muhterem

Di qunca selamet de rûniştiye
Bi qesda ku pe hatî ew çâbiye
Bi tehsîla ‘ilme diket iştîxal
Bi roj û bi şev namene qet betal

Dile we j’teref wî ve rahet bitin
Li cem me sipare Xuda ew bitin
Eger ku Xude ‘umre wî kit direj
Bi vî terzî we ew kula dil birej

Xudaya bibî tu ji bo wî mu‘în
Bidî wî murade di dünya û dîn
Digel bab û da û birayen heyî
Wihareng e em jî nebin bexweyî

Temam em bibin tabi‘e
Mustefa Biçin cennete da bi sidq û sefa
Hezaran selat û hezaran selam
Bibarin wela yenqetî bid-dewam

Li ser wî Resûle Kerîme Emîn
We hem al û eshabe wî ecme‘în

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

mersin eskort -
deneme bonusu
- deneme bonusu veren siteler - Goley90 Giriş - youtube beğeni satın al - buy youtube likes - istanbul escorts - beşiktaş escort - beylikdüzü escort - postegro - deneme bonusu veren siteler - deneme bonusu veren siteler - istanbul escort - Baywin Giriş - bonusu veren siteler - sahabet güncel adres - onwin kayıt - Aviator oyna