Medil Dıne da Pur Eceb Kürtçe Kaside Sözleri

Me dî l’dine da pur ‘eceb
Nayen hisab û deftere
Yek jî ji wan dostan nema
Qet şubhete doste bere

Te bejî ev doste j’dil in
Maşaellah tev kakil in
Yekrûh in û duşekil in
Te hew dî bûn l’fikra kere

Belkî ji wan ker çetir e
Çunkî reben barhilgir e
Bi ku bibin be qirqir e
Ne wek va dest ser xencere

Dostaniya j ’dil bû xela
Hetta di nev şeyx û mela
Rihl ‘aqila bûye bela
Hetta divin b’çin meqbere

Zû j’hev diçin dost û heval
Ser hev didin ew erzûhal
Seb tiştekî pur bekemal
Tu meyzekî l’bin hecere

Nînin hekîm îş çebikin
Nav ‘ aleme da bin sekin
Derd û bela derman bikin
Şewqe bidî wek fenere

Me j’Rebbe xwe hîvı lıey e
Ku bîtin zû Thana me ye
Hilnî eve j’nava me ye
Em bin biraye cegere

Piştî eva qehr û kula
Derman bikin derd û bela
Geş bin bi hev ra wek gula
Hettam biçîne mehşere1

Ey Seyd ‘Eli nebi nebî
Tirsa te qet j’keskı hebı îmam
‘Elî cedde te bî
Girt destkî derye Xeybere

Önceki İçerikCemaatle Namazı Küçümsiyenin Başına Gelecekleri
Sonraki İçerikBir Devâsız Derde Düşdüm Ah ki Lokman Görmiyor

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here