Selama Dıxazım Lı Ser We Bıra Kürtçe İlahi Sözleri

Selama dixwazim li ser we bira
Dikim purs û hale heçî ku l’wira
Bizane me mektûb ji te l’vir sitand
Cewaba we mektûbe ve me şiyand

Eger hûn li hale me pürse dikin
Hezar hemd j’Xudaye xwe ra em dikin
Selamet û sihhet heye me niha
Ew in tişta nav‘ aleme da biha

Me hevî j ’Xuda ku j ’we ra jî hebin
Ku sax û selamet jî hûn wek me bin
Eger hûn dipursin li hale welat
Zivistankî holî me kem dî ku hat

Ji baran û berf û sirr û seqem
Cihe me hema bej ku bûye ‘edem
Sewale cihe me telef bû kesîr
Ne şîr e ne mast e ne dohn û penîr

Eve hat bihar û ema nav bihar
Ne kehrik ne berxik dikin barebar
Heta ku niha jî zira‘et niye
Xuda zanitin ‘aqibet ka çi ye

Me hevî j’Xuda ye ku rehme bike
Dere xer û xweşye li ser me veke
Çi tişta wî yit her ew e ku hebe
Ewa wî nevî qet nema ku bibe

Bizan bûye zava Muhemmed Emîn
Bedel bûye girye wî tev da b’kenîn
Dile wî heye ku bixünit temam
Eger hez bikit Xaliqe layenam

Dikin zaro tev da selama l’hewe
Ewa j ’bîr nekin her kula wa ew e

Önceki İçerikAğaran Saçların Dili Hz Ömer Kıssası
Sonraki İçerikAsım Kahveci Bir Başka Neden Şiiri

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here