Muhammed Eta Pur Selam Ser Te Be Kürtçe İlahi Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Muhemmed Eta pur selam ser te be
Dere xer û xweşye li ser te vebe
Me seh kirye tiştek çi şîrîn û xweş
Me çav bûye rohnî me dil bûye geş

Ku ferxik te bûn cot bi fedla
Xude Xuda wan bihelî bi bab û bi de
Bi bapîr û pîrik bi mam û bi xal
Bi keyf û bi şahî bi ‘izz û delal

Ne herdu tene bin gelek dî hebin
Di dîn û di dunyaye serdeste bin
Xuda wa spehî kit bi ‘ilm û ‘emel
Di wan da nehele tu ‘eyb û xelel

Li ser reza ecdade xwe ew biçin
Di şer‘a şerîf da bibin ew rikin
Me ra he tu sax bî bibin ew mezın
Bi fedl û kemal û bi mal û bi jin

Di deste me nîn e ku laîq bitin
Tu tiştek ji xeyre du‘a em bikin
Me hâvî j’Xudaye Te‘ala ew e
Nebinin di ‘umre xwe derde hewe

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir