Selam Ser Te Cemil Tu Her Cemil Bi Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Selam ser te Cemîl tu her cemîl bî
Gelo vî weqtî hale te çewa ne
Nebej ez hafız im bedest û pe me
Cemala herkesî b’qelb û lîsan e

Te herdu taze ne Reb tazetir kit
Heçî dîtir ewan qîmet bi va ne
Eze çîrokî bejim guh bidere
Ji serhatiye min e ew beguman e

Eme l’mal in te dî yek hat ji der da
Ne weqte hatine çi bikim nezan e
Ewé bejî tu zanî bo çi hatim
Ji doh va çeleka min za neban e

Tu meyzéne l’kitébé çeke jé ra
Niviştkî em dibéjin ew j’çeva ne
Di nava rîx û pîxe da şev û roj
Nivişt û çeleke çi b’ser heva ne

Dua em dé bikin tu jî dua ke
Dua baş in ji dermané Xuda ne
Nivişt baş in ne remi û fal û tazim
Dikin bawer neku em j ’munkira ne

Feqet çe bin bi te‘zim û bi şer‘e
Ne zengil bin ji bo her ga û kera ne
Yekî dîtir te dî hat go niviştkî
Çiku ev heyva he zana mihan e

Te dî yek hat du-sê hêkê di dest da
Gelek pê bitr çiku Teem wî biha ne
Niviştökî dixwazim ez j’sewêl ra
Hinek pez hinkî çêlek hinkî ga ne

J’mehînê ra dixwazim yêkî başqe
Dilê min gelkî pêva ye ciwan e
Mişarek – du xiy arê min helî ne
Niviştkî çêke jê ra berziyan e

Yeka bêt û bibê l’bextê vî xanî
Dikeynim mastê xwe rûn nexuya ne
Hinek dê bêjin em hatne şerîet
Temam doqik kopal wî l’destê wan e

Te nêrî îşe wan îşek kemalsiz
Nehêja ye ku hinde lê civan e
Heta carek yeké hat ü l’me pirsi
Ji gundi ü círan ü eqriban e

Dema hat ü me jé pirsi ewi got
Heye min kavirek wek behi§a ne
B’hevala ra diçit xweş nava Şéré
Feqet naçéritin wek géjbiyan e

Me go belki niviştkí çékí jé ra
Qiqa nestéleh e sanki beran e
Te di yek hat ji der da go me qurban
Tu meyzine l’kitébé taze dane

Ji doh-pér va kuré min téşé béhal
Tu derdé wi ji bo me bike beyane
Yeké béjí diza tu l’me nehéla
Bibej ki ye niho ew l’ku mekan e

Kitaba me dibinin Lewhe
Mehfuz Heçî tişta ku qewmî te ‘eyane
Çiku wan dîtine ev reng ji gelkan
B’rih û şaşik wekî şeyx û mela ne

Bibin qurban ji bo şeyx û mela ew
Dera şeyx û mela te ew geda ne
Dibejin wan filan şev nîve şev da
Ku cinna derbekî l’kurke te dane

Eze bigrim ewî cinnî bi tazim
Bixenqinim feket iş ser peran e
Ji wan bawer dikin cahil j’dil û hil
Heçî wek wan nekî dibjin nezan e

Heçi bendkî bikî hin de heval bin
Biner Şeyten biner Ezîdiyane
Bi qurbana mêla û şeyxa me sed car
Ewê şer‘a şerîf j’wa ra nîşan e

Ne ew şeyx û mêla ku hîlebaz in
Hinek zirşeyx û hinkî zirmela ne
Ku gava xwe ji xwe ew zêde tavên
Didin nîşan ku wan çih asîman e

Çiku her tiştekî zirkî didêrî
Heta dar û giya ew jî wisa ne
Zirê gozê heye ev zir hinar e
Ev e zirpûng ‘Elî j’zirşa‘iran e

Nikarim ez beyan kim ya mi dîtî
Heçî mayî bizan ew jî wiha ne
Hinek dî belkî mestir man l’hebanê
Bila bimnin heqê wan tevnedan e

Eme çawa bikin j’deste evanan
Şev û roje bi wa va mubtela ne
Hebûm ez çapliyek j’deste kemalî
Kirim wek çîtika l’des zaruwane

Ji dünya ra gelek guhdar û jîr in
Di emre axrete tev xew da mane
Xwezî j’dîne xwe ra jî bûna guhdar
Çewa j’ dünya ra bûn guhdar û zane

Nedî yek min ku hat pirsa diyanet
Çewa mej kim gelo rojî çewa ne
De ka “Fath” û “Tehiyyate” mi rast ke
Eve ‘umre mi bûrî j’peneiyane

Eger pezkî zekat yekî hebîtin
Feqîr l’ku ne çiku ew ya şivan e
Eger ‘elbek zekat yekî hebîtin
Feqîr heyde çiku ya gerevan e

Didin pale û melûkeşan b’dile xweş
Didin behra mela emma b’mehane
Wiha ne exlebe ehle zemanî
E‘nabejim ku yekcar qenç nemane

Dibe peyda bibin emma ku kem in
Tu nabinî yekî taze j ’seda ne
‘Elî tu l’ku eva tu l’pey ketî l’ku
Çiku ev qeme he ye çardehan e

Me çiro l’deşte dewbav çûn bihişte
Hezar rehmet li dewbav haziran e

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir