Geli dost ü Hevale Mın ilahi Sözleri

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gelî dost û hevalê min
Bikin purs û sualê min
De hûn bigrin li halê min
Tenê mame di hicranê

Hebîb û nazîdara min
Tebîb û guPuzara min
Çewa bêtin hedara min
Nebê hadir li meydanê

Ji dûrbûna te zîbayê
Dinalim ez wekî nayê
Wekî Mecnûnê Leylayê
Dikim gazindji dewranê

Reqîp eywah te ez kuştim
Ji mehbûbê te ez hiştim
Ji belgê rewneqî şiştim
Wekî dara zivistanê

De ka bes ke ji vê zulmê
Bike carek li min hilmê
Te ez kuştim bi vê kulmê
Nehiştî bême eywanê

Heta kengî bikî kîne
Ji dil rakî cuwe xwîne
Eger dilber me bîr bîne
Te minnet der beyabane

‘Eceb derde mezin fırqet
Li dil da agir û hirqet
Eger ku le bikit diqqet
Kese dîtî tene zane

Nedî kes min di ve dewre
Wekî xwe qet bi ve tewre
Reqib ser wî bikit cewre
Bibit çarek bi talane

Reqîb guhdare min her dem
Li min zede dikit sed xem
Nehişt cerha bikim merhem
Me ev hal e Xude zane

Nesîbsiz şubhe min nîn e
Ji hicre min ceger xwîn e
Bi lutfa xwe tu bîr bîn e
Evi ebde derizane

Di ve dewre çi totak im
Di şeva da xewe nakim
Te nazdare jibîr nakim
Dixum sûnde bi Qur’ane

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir