Diten Eli D’umre Xwe da Kürtçe Kaside Sözleri

Dîtin ‘Elî d’umre xwe da
Ewqas ‘ecîb j’hedde dere
Yek jî ew e j’deste me çû
Soz û wefa ehle bere

Te beji ev wek min bive
Maşaellah ve cewhere
Te çendekî tecrîbe kî
Nabînî j’xeyre xedere

Hetta mela û şeyxe me jî
Bûne neyare xencere
Heryek ji wan cem xwe dibe
Ya heq ew e ku e‘rsere

Mîzana rast nakin qebûl
Xet nanivîsin l’mestere
Tu bejî kî ne wek te ye
Te bî neyar T ser deftere

Derman li ku peyda bikin
Cem kî eme kin mehdere
Em j’Rebbe xwe hîvî dikin
Bigre dere ve zerere

Önceki İçerikNamaz Kılmayanın Cezası
Sonraki İçerikKur’anı Kerimi Ruhu Pakine Edelim

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here